Dijberîya Sûrîyê gundê Nêrb kontirol kir

Dijberîya Sûrîyê gundê Nêrb li derdora Îdlibê kontirol kir.

Navenda Nûçeyan - Riwangeha Sûrîya ya Mafên Mirov belav kirîye, komên dijberîya Sûrîyê bi piştevanîya Tirkîyê karîn dest danin ser 4 gundan ji wan jî gundê  Nêrb a başûra rojhlata Îdlibê.

Li gor Riwangehê, di beranber de jî artêşa Sûrîyê karî di dema  dû rojan de dest dane ser 11 navçeyan li başûra Îdlibê .

RIwangehê belav jî kirîye, ku  ji encama êrîşên artêşa Tirkîyê li ser bajarokê Seraqib, 9 serbazên artêşê hatin kuştin.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku di şerê kontrolkirina Nêrbê de jî 11 serbazên artêşê û 26 çekdarên dijberîyê hatîne kuştin.

K24

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist