Dihok bû şampiyon

.

Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû Şampiyonê Kluban a Kendavê.

Hefteya borî Dihokê û Qadisiye di gava yekem fînalê ya Şampiyonê Kluban a Kendavê de li Kuweytê hatibûn hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bûbû.

Dihok û Qadisiye îro di gava duyem a fînalê de li stadyuma Dihokê hatin pêşberî hev.

Dihok her çiqasî di nîveka yekem de ji Qadisiyeyê bi bandortir bû jî ji gelek pozîsyonan sûd wernegirt.

Nîveka yekem bê gol bi dawî bû.

Dihoka ku bêhtir kotrola lîstikê di destê wê de bû, xuleka 66an bi gola Siyabend Egîd 1-0 ket pêş.

Di xuleka 69an de lîstikvanê Qadisiyeyê Mihemed Sole bersiv da Dihokê û skor bû 1-1.

Piştî vê golê, Dihokê bandora xwe hîn zêdetir kir û jê encam jî wergirt.

Lîstikvanê Brazîlî yê Dihokê Marlon Santos di xuleka 90+2yan de gola duyem a Dihokê avêt û skor bû 2-1.

Di xulekên mayî de gol nehatin avêtin û maç 2-1 bi serkeftina Dihokê bi dawî bû û Dihok bû şampiyon.

Cara yekem e ku tîmeke Îraq û Herêma Kurdistanê vê kupayê distîne.

Kurdistan Haberleri

PWK: Ji ber lêxwedîderketina zimanê kurdî xwedîyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek salek û sê meh ceza xwar
DAXUYANÎYA  ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ YA JI BO RAYA GIŞTΠ
TEHRAN - Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya
PWK: Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin
Xidir Ûso: Me ji ber şermezar kirina qetlîama Siwasê ya Madimakê ceza xwar, lê qatilan ceza nexwarin