Dîaspora kurd bi yek deng û yek helwest li seranserê Ewropa li ser lingan bûn

.

Roja 01.10.2022ê dîaspora kurd bi yek deng û yek helwest li seranserê Ewropa li ser linganbûn. Kurdistanî ji bo şermezarkirina kiryarên rejîma dagirker a Iranê û piştgirîya Raperina Rojhilatê Kurdistanê û Îran ê, bi yek deng û yek helwest li qadan bûn.

Do li seranserê Ewropa bi cihên wek Helsînkî, Stokholm, Kopenhagin, Koln, hamburk û Brukselê li hember Rejîma diktator a îranê bi 10 hezaran kurdistanî meş û xwepênîşandanan li darxistin. 

Di van çalakîyên li welatên Europa da, endam û piştgirên partîya Azadîya Kurdistanê-PAK jî bi xuşk û birayên xwe yên Rojhilatî re di heman hest û helwestî de kiryarên dewleta dagirker yên namirovane rûreş kirin.  

Rûpela Nû/Ewropa
01.10,2022

Hinekî dîmenên xwepêşandanên do

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin