Diakurd êrişên faşistên tirk bo ser kurdên Ewropa şermezar dike!

.

Diakurd êrişên faşistên tirk bo ser kurdên Ewropa şermezar dike!

Li Belçîkayê, di 24ê Adara 2024 komeke faşistên tirk (Gurên Boz) mala malbateke kurd dorpêç kirin ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan mala xwe.

Faşîstan bi sloganên Allahûekber û bi sembola tevgera Gurên Boz êriş kirin û xwestin malê bişewitînin. Dîmenên êrişa van hovan li ser medyayên civakî jî hatine belavkirin. Sed mixabin jiyana malbeta ku tûşî êrişê hatine di xeterê daye, lê dîsan jî polîsên li cihê bûyerê pir dudil tevdigerin û pêdaçûnên pêwîst nakin.

Piştî vê êrîşa hovane girseya nijadperest li Limburgê êrişî komek ciwanên Kurd dikin û hin ji wan bi giranî birîndarin û li nexweşxanê ne. 

Buyerên bi vî tehrî rojane li Kurdistanê ji aliyê dagîrkeran û komên nîjadperest ve têne encam dan. Lê li naverasta Ewropa encamdana bûyerek wiha ilhama xwe ji kû werdigire. 
Dewleta Tirk bi hukumet û muxalefeta xwe ve dîmena vê êrişê berevajî dikin û bi awayekî ku faşistên wan ji aliyê kurdan ve rastî êrişê hatîne dide nîşandan.
Faşistên tirk li hemû Ewropa hereşe ne li ser jiyana kurdan. Ew hêza xwe ji dewleta xwe werdigirin. 

Diakurd sererayî ku wan hêrişan bi tundî şermezar dıke, daxwazê ji rayedarên Yeketiya Ewropa dike ku li hemû Ewropa rê li ber tundreviya faşistên tirk (Gurên boz) bê girtin û jiyana welatiyên kurd bête parastin.

#Diakurd 27.3.2024

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin