Di xwepêşandanên Kazaxistanê de 164 kes hatin kuştin

.

Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand, di xwepêşandanên rojên dawî de 164 kes hatine kuştin.

Li gor daneyên ku medyaya Kazaxistanê ji Wezareta Tenduristiyê ragihandine, piraniya qurbaniyan li Alma-Atayê hatine tomarkirin ku 103 kes lê canê xwe ji dest dane.

Destnîşan kirin, li herêma Kyzylorda 21 kes, li Gambîlê 10, li derdora Alma-Ata jî 8 kes hatin kuştin.

Ev di demekê de ye, rayedarên Kazaxistanê kuştina sê zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 15 salî de ragihandibû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Kazaxistanê bi daxuyaniyekê ragihand, 5 hezar û 135 kes hatin girtin.

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin