Piştî şerekî ku çar saetan ajot û tê de çekên giran hatin bikaranîn û 3 karmendên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da.
Her wiha Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî hatin girtin.
Di pevçûnan de 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Dijîterorê hişyarî da û got, "Girtina wan tenê qonaxa yekem a cezakirinê ye."
Piştî nêzîkî çar demjimêrên şer û pevçûnên dijwar ên li Lalezara Silêmaniyê, şer bi girtina Lahûr Şêx Cengî, du birayên wî û endamên Hêza Dûpişk bi dawî bû.
Şer piştî saet 03:00yê berbanga îro dest pê kiribû, dema ku hêzên ewlehiyê ji bo cîbicîkirina fermana girtinê çûn Lalezarê lê Lahûr Şêx Cengî red kir ku xwe radest bike. Di dema şer de çend dron jî li Debaşanê ketin xwarê.
Kuştî û birîndar
Di encama şer de 3 karmendên hêzên ewlehiyê yên ji yekîneyên cuda canê xwe ji dest da.
Nasnameyên kesên ku canê xwe ji dest dane wisa ne:
Arî Şêx Suad Talebanî, karmendê Dijîterorê ya Silêmaniyê
Diyar Serdar Hekîm, karmendê Hêza Kmando ya Silêmaniyê
Sermend Elî, karmendê Hêza Operasyonan a Silêmaniyê
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, 10 karmendên din ên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.
Dijîterorê ya Silêmaniyê li ser canjidestana Arî Şêx Suad Talebanî daxuyaniyek belav kir û got, "Şeva borî di dema sepandina yasayê û bicihanîna biryara dadwer a ji bo desteserkirina hejmarek kesên yasayan bin pê dikin de canê xwe ji dest da."
Her wiha Hêza Komando ya Silêmanî jî derbarê kuştina Diyar Hekîm de got, "Ji bo çespandina yasa, ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, wekî navê xwe (Diyar), ruhê xwe yê pîroz diyarî xak û niştiman kir."
Li gorî agahiyên Rûdawê, di şer de tank, zirxpoş û gelek cûreyên çekên giran hatine bikaranîn.
Ji bilî ziyanên canî, zerereke mezin gihîştiye cihên geştyarî yên herêmê û malên derdorê.
Medyaya YNKyê wêneyên 48 kesên ku di şer de hatine girtin belav kir.
Li gorî agahiyên Rûdawê, tevahiya hêza di nav Lalezarê de 77 kes bûn.
Tohmet û ceza
Lahûr Şêx Cengî bi Madeya 56an a Yasaya Cezayan a Îraqê tê tometbarkirin. Çavkaniyên YNKyê dibêjin ku wî hewla derbeyê daye û xwestiye ewlehiya Silêmaniyê têk bide.
Eger ev tawan li ser wî were îsbatkirin, dibe ku heta 7 salan were zindanîkirin.
Çarenivîsa Lahûr Şêx Cengî û malbata wî
Li gorî agahiyên Rûdawê, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polad dê bo Debaşanê, hevjîn û zarokên wî ji bo Swêdê û xwişka wî û zavayê wî jî dê ji bo Brîtanyayê bên veguhastin.