Di ser Komkujiya Helebce re 33 sal derbas bûn

.

Roja 16ê Adara 1988ê, komkujiya Helepçê ye. Li Helebce 33 sal beriya niha, li ber çavên hemû cîhanê, rejîma Beis a Iraqê, di dîroka mirovahiyê de deqeke reş û tu caran ji bîr nabe nexşand; tawaneke mirovahiyê pêk anî.

Di 16ê Adara 1988an de, desthilatiya Beisê û Sedam Hisên, bi çekên kîmyewî û biyolojîk, jin û zarok û kalemêr û pîrejin, ji 5 hezarî zêdetir Kurdên Helebceyî, qetil kirin.

Di ser Komkujiya Helebce, ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe re, 33 sal derbas bûn. Komkujiya Helebce ya ku di şexsê gelê Kurd de, li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.  

Gelê Kurd, ku ji bo xîreta xwe ya neteweyî ditekoşe, êşa bi dehan komkujîyan, bi hovîtîya Helebcê di kûrahîya dilê xwe de jiya.

Rêveberiya Beisê her hewl da ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê têkoşîna azadiyê û mafên gelê Kurd ên yeksanî û self-determînasyonê gellek caran bi rêbazên terora dewletî û zext û zordariyê zeft bike, lê bi vê komkujiyê jî ew daxwazên gelê Kurd têk nebir. Piştî vê komkujiyê, li ser xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê, têkoşîna gelê Kurd, bi destkeftiyên nû bi pêş ve çû.

Dîrokê car din eşkere kir, bi rêbazên zext û zorê têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û yeksaniyê, herçend di demeke kurt de bête têkbirin jî, rê li ber nayê girtin. Çi çekên kîmyewî çi biyolojîk çi jî konvansiyonel, çi dibe bila bibe, bi komkujî û tundûtûjiyê, têkoşîna ji bo azadiyê nayê rawestandin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin