Di roja dawîyê de jî Ekmen, xebatên xwe domandin

Çalakîyên Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê M.Feyyaz Ekmen di 30ê Adarê di roja dawî de li Batmanê li gelek ciyan pêk hat.

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmen bi ekîba Batmanê ya xebata hilbijartinê ya herêmî û bi beşdariya Endama Meclîsa Ewrûpayê ya PAK Swêdê Roza Kurdî,, îro serdana sîteya Marangozan kir.

Ekmenî rojek berîya hilbijartinê, xwe bi esnafan da naskirin û belavok belav kirin.

Namzetê serbixwe Feyyaz Ekmen yek bi yek silav da xebatkaran û rastî pêşwaziyeke gelekî germ hat.

Namzetê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê Feyyaz Ekmen û ekîba xwe dûre çûn AVM ya Batman Parkê û belavok belav kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist