Di proseya perwerdeyê ya îsal de du bijarde li pêş xwediyê xwendekaran hene

.

 Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê diyar kir, di proseya perwerdeyê ya îsal de, du bijarde li pêş xwediyê xwendekaran hene. Yên bixwazin zarokên wan dikarin li dibistanan bi awayê asayî bixwînin, hem jî dikarin bi awayê “online” bixwînin.

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd daye zanîn, bi despêkirina proseya perwerdeyê re, du bijarde li pêş xwediyên xwendekaran hene, zarokên wan dikarin li dibistanan û bi awayê asayî bixwînin, hem jî dikarin bi awayê “online” bixwînin. Divê jî ew di heyama 14 rojan de jî biryarê bidin.

Diyar kir: “Xwendekarên dixwazin bi awayê online bixwînin, ezmûnên wan li dibistanan dibe. Herwiha divê pêwendiya wan a berdewam bi rêveberiya dibistanê re hebe, ji bo agahdarî rênimayan bibin.”

Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye: “Me ew her du bijarde danîn, ji ber ku em di serdema Koronayê de ne. Girtina dibistanan ziyaneke mezin digihîne sektora perwerdeyê. Di heman demê de jî me maf da malbatan jî ku ewên naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanan, dikarin online bixwînin.”

Li ser egera girtina dibistanan jî, Wezîrê Perwerde eşkere kiriyet: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye, proseya perwerdeyê li nava dibistanan be, lê ji bo her egerekê, Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dê biryarê bide.”

Herwiha herî dawî diyar kir jî: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar daye, wek sala borî 3 milyar Dînar ji bo Wezareta Perwerde were xerckirin, ji bo amadekirina navendên xwendinê û dabînkirina pêwîstiyan.”

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da