Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler, doh bi hevtayê xwe yê Sûriyeyî û şandeya pê re civiya.
Di navbera her du welatan de Peymana Lihevkirinê ya Şêwir û Perwerdeyê ya Hevpar hat îmzekirin.
Yaşar Guler, bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra, Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî yê Sûriyeyê Huseyîn Selame re civiya ku ji bo serdaneke fermî hatibûn Tirkiyeyê.
Di civîna ku li Wezareta Parastinê ya li Enqereyê hat lidarxistin de mijarên ewlehî û parastinê yên dualî û herêmî hatin nirxandin.
Piştî civînê Guler û Ebû Qesra, Peymana Lihevkirinê ya Şêwir û Perwerdeyê ya Hevpar îmze kir ku armanca wê xurtkirina pêwendiyên leşkerî yên di navbera her du welatan de ye.
Ev îmze wekî yek ji gavên herî berbiçav ên di pêvajoya asayîbûnê de tê nirxandin.
Piştgiriya modernîzekirina artêşa Sûriyeyê
Li gorî ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, armanca peymana hevkariya berfireh a ku hatiye îmzekirin, bipêşxistina şiyanên artêşa Sûriyeyê, modernîzekirina sazî û avahiya wê û piştgirîdayîna pêvajoya reforma sektora ewlehiyê ye.
Peyman armanc dike ku artêşa Sûriyeyê li gorî standardên navneteweyî were perwerdekirin û amadehiya wê ya operasyonel were xurtkirin.
Gavên ku di çarçoveya peymanê de bên avêtin ev in:
Guhertina personelên leşkerî: Ji bo zêdekirina amadekariya operasyonel û bipêşxistina şiyana xebata hevpar, dê beşdarî kursên perwerdeya taybet ên dualî bibin.
Perwerdeya pisporiyê: Di warên wekî têkoşîna li dijî terorê, paqijkirina mayînan, parastina sîber, endezyariya leşkerî, lojîstîk û operasyonên aştîparêziyê de dê bernameyên li gorî standardên navneteweyî bên meşandin.
Alîkariya teknîkî: Ji bo piştgirîdayîna modernîzekirina sîstemên leşkerî, pêkhateyên rêxistinî û şiyanên fermandariyê, dê personelên pispor bên wezîfedarkirin.
Rayedaran destnîşan kir ku ev peyman dê bibe alîkar da ku personelên artêşa Sûriyeyê bi awayekî profesyonel û li gorî standardên navneteweyî bên perwerdekirin.
Her wiha hat gotin ku armanc ew e ku bi vê perwerdeyê re rîska binpêkirinên ji aliyê komên neperwerdekirî ve bên kêmkirin.
Medyaya Tirkiyeyê radigihîne ku bi vê peymanê re tê çaverêkirin zemîne ji bo avêtina gavên hevpar ên li dijî HSDyê li rojhilatê Feratê û ji bo misogerkirina ewlehiya sînor were amadekirin.