Navenda Nûçeyan - Li gor çavkanîyên xwecihî, derengîya şeva derbasbûyî çekdarên rêxistina DAIŞê li sînorê Dêre Zorê êrîşî zevîya petrolê ya Heqil Omer kirin, ku di bin kontrola Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Li gorî zanyarîyan, êrîş li gundê Demanê pêk hatîye û di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şer derketîye û piştî demekê êrîşa DAIŞê hatîye têkbirin.
Di wê êrîşê de çekdarekî DAIŞê hatîye kuştin û 2 şervanên HSDê jî birîndar bûne.
Medyaya nêzîkî HSDê û Rêveberîya Xweser jî ragihandîye, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke kontrolê ya HSDê li gundê Demanê yê ser bi bajarokê Bisîra yê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê û başurê Heqil Omer kirine, lê piştî bersivdana şervanan, êrîş hatîye têkşikandin.
Li wê zevîyê, petroleke zêde heye û di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demoratîk û Hevpeymanîya Navdewletî de ye.
Di wan demên dawîyê de, liv û tevgerên DAIŞê li hin navçeyên Sûrîyê û Iraqê zêde bûne, herwiha çekdarên wê rêxistinê êrîşên xwe li wan cihan zêde kirine.
Ev êrîşa çekdarên DAIŞê di demekê de ye, ku duh girtîyên DAIŞê li Zindana Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê isyan kiribûn, lê HSDê di daxuyanîyekê de aşkere kir, ku hêzên wan isyana DAIŞîyan kontrol kirine.