Di nava 4 salan de 109 pirtûkên Kurdî hatine qedexekirin

.

Li Tirkiyeyê di nava 4 salên dawiyê de 109 pirtûkên weşanxaneyên kurdan hatin qedexekirin. Ji van 31 pirtûk bi zimanê kurdî hatine nivîsandin. Li hin weşanxaneyan jî ji ber qedexekirina pirtûkan cezayên pere hatine birîn. Weşanger û saziyên nivîskaran li hemberî van qedexeyan nerazî ne.

Yek ji van weşanxaneyên ku pirtûkên wê ketine ber qedexeyê jî Weşanên J û J ye. Derbarê 4 pirtûkên wê de biryara qedexeyê hatiye girtin.

Xwediyê Weşanên J û J Azad Zal ji Rûdawê re got: “Kîjan pirtûkên me yên ku peyvên şervanên kurdan an jî peyvên Kurdistan tê de hebin tev birin. Li ser Kobaniyê 2 pirtûkên me hebûn, ew jî birin. Me got hûn çima dibin? Gotin peyvên tê de qedexe ne û ev peyv ji bo dewletê xetere ne.

Piştî weşanên Aramê, weşanxaneya ku herî zêde pirtûkên wê hatine qedexekirin jî Weşanên Avestayê ne. Li gorî berpirsên weşanxaneyê hin pirtûkên hatine qedexekirin ji tezên doktorayê yên navneteweyî pêk tên.

Derbarê mijarê de xwediyê Avestayê Evdila Keskîn jî got: “Her yekê li welatekî li zanîngehên muteber weke tezên doktorayê hatine amadekirin. Ji zimanên din, nexasim jî ji ingilîzî û frensî bêtir hatine wergerandin. Di şertên normal de bi tu awayî ne mimkun e ku li Tirkiyeyê li gorî qanûnên heyî jî dozek li wan bê vekirin. Lê mixabin ji ber ku êdî kes nizane li vî welatî kumê kê li serê kê ye, her kesek, polîsek, dozgerek be, dadgerek be tiştên li ser kurdan yekser qedexe dikin.”

Tora Çand û Zimanê Kurdî ji bo balê bikişîne ser qedexekirina pirtûkên kurdî bi piştgiriya PENa Kurd raporek derbarê qedexekirina pirtûkan de amade kir. Ev rapor dê ji sazî û dezgehên Yekitiya Ewropayê re bê pêşkêşkirin.

Sekreterê Giştî yê PENa Kurd Omer Fîdan jî got: “Ev belgeyên me, ev raporên me tespîta vê yekê ne ku Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih nayne. Xwediyên wan peymanan Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, UNESCO jî berpirsyariya xwe bi cih naynin û xwedî li peymanên xwe dernakevin. Em dixwazin bi van raporan bi bîra wan bixin ku ew erkên xwe, berpirsyariyên xwe bi cih bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin da ku Tirkiye peymanên xwe yên bi wan re cî bi cî bike. “

Derbarê hin weşanxaneyan de piştî qedexekirina pirtûkan cezayên pere jî hatine birîn. Ji ber pirûka li ser Roboskiyê, li xwediyê weşanên Sîtavê Qahir Bateyî 33 hezar û 750 lîreyê tirk cezayê pere hate birîn. Nivîskarê vê pirtûkê jî ji 3 salan zêdetir cezayê girtîgehê xwar.

Maşallah Dehak (Rûdaw)

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!