Di mehekê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 12 çalakvanên jin hatine desteserkirin

,

 Hengawê ragihand ku di yekem meha îsal de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 12 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Desthilata Dadwerî ya Îranê jî cezayê girtîgehê û lêdana qamçiyan daye 17 çalakvanên din ên jin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê 6 ji wan çalakvanên ku îsal hatine desteserkirin xelkê bajarê Selmasê yê parêzgeha Urmiyeyê ne û li dijî avakirina kargeheke hilberîna xwê nerazîbûna xwe nîşan daye.

Ji bo jîngehê nerazîbûn nîşan dabû

Wan çalakvan ji ber ku avakirina kargehê zererê dighîne jîngehê nerazîbûn nîşan dabû.

Meha borî xelkê gundê Qereqşilaxê yê bajarê Selmasê ku dikeve bakurê Urmiyeyê, çend rojan li dijî avakirina wê kargehê  nerazîbûn nîşan dabû.

Hêzên ewlehiyê jî bi guşarê hewl dabû ku nerazîbûna xelkê wî gundî biçewisînin.

Ji xeynî desteserkirina wan jinan, hejmareke din a niştecihên wî gundî jî hatibûn desteserkirin.

Xwendekar û mamosteyên zanîngehan hatin desteserkirin

Li gorî heman raporê, çalakvanên din ên jin ên desteserkirî jî xwendekar, mamostayên zanîngehê, parêzer, çalkavênên ola Behayî û çalkavanên olî yên Kurd bûn.

Di yekem meha îsal de, 17 çalakvanên jin hatine cezakirin.

Di nav wan 17 jinan de Nêrgis Mihemediya xwediya Xelata Aştiyê ya Nobela 2022an, parêzera xelka Sineyê û çalakvana mafên jinan Gulale Wetendust û herwiha girtiya siyasî ya di Girtîgeha Êvînê ya Tehranê de Miryem Ekberî Monferd jî hene.

Bi giştî cezayê 50 sal û 7 meh û 20 roj zîndanê li wan 17 çalakvanên jin hatiye birîn.

Herî kêm 9 jin hatine kuştin

Li gorî wê raporê, meha borî herî kêm 9 jin jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin ku 7 ji wan bi destê kesûkarên xwe hatine kuştin.

Sê jin bi destê hevjînên xwe, du jin bi destê birayên xwe, 2 jin bi destê kurên xwe û 2 jin jî bi destê kesên din hatine kuştin.

Li gorî rapora Hengawê, sala 2023an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 122 jin hatine kuştin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest