Di mehekê de êrîşî 16 rojnamegeran kirine

.

Li gorî rapora “Berdêla Nûçeyan” a Komeleya Rojnamegeran amade kiriye, di meha Tîrmehê de 49 rojnameger li ser hev bi 440 sal cezayê girtîgehê hatine dadgehkirin.

Komeleya Rojnamegeran rapora xwe ya bi navê “Berdêla Nûçeyan Tîrmeh 2021” aşkere kiriye. Komele vê raporê li gorî daneyên dadgehkirina rojnamegeran mehê carekê diweşîne.

Li gorî rapora ku rojnameger Hayrî Demîrî amade kiriye, rojnameger ji hêlekê ji ber nûçeyên xwe tên dadgehkirin li hêla din jî di dema şopandina bûyeran de êrîşên fîzîkî li wan tên kirin.

Di raporê de hatiye gotin ku, “Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeran roj bi roj zêde dibin. Ji hêlekê rojnameger bi lêpirsînnameyên tên amadekirin û dozan nikarin karên xwe ji hêlekê jî li qadan êrîşên fîzîkî li wan tên kirin. Di meha Tîrmehê de jî fişar li rojnamegeran bûye û bi dehan rojnamegeran bi tenê ji ber nûçeyên xwe hatine dadgehkirin, di dema şopandina bûyeran de polîsan êrîşî wan kirine.”

Bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kiriye”…

Raporê diyar kiriye ku di meha Tîrmehê de 49 rojnameger di 17 danişînên cida de hatine dadgehkirin. Li gorî heman zanyariyan ji 146 salan heta 440 salan cezayê girtîgehê û 200 hezar TL cezayê pereyan û heta 30 hezar rojî cezayê pereyên yasayî ji rojnamegeran re hatiye xwestin.

Rojnamegerek bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kiriye” hatiye dadgehkirin û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê birîne. Ji ber nûçe û nivîsan giliyê rojnameyekê hatiye kirin, doz li wê hatiye vekirin û milyonek TL ceza li rojnameyê bibirin.

Li gorî daneyên raporê, di meha Tîrmehê de rojnamegerekî ji ber dozan li derveyî Tirkiyeyê dijî êrîş li rojnamegerekî bûye û li çendîn bajarên Tirkiyeyê di dema şopandina bûyeran de êrîşa fîzîkî li 15 rojnamegeran bûye.

Di raporê de bi tenê tişteke erênî heye ku du rojnamegerên li girtîgehê, piştî dema cezayê li wan hatiye birîn qediyaye û ew tehliye bûne.

Ji bo tevahiya raporê bitikîne

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da