Di mehekê de 29 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin

.

 Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Tebaxê de 29 jin hatine kuştin.

Di 8 mehên destpêkê yên îsal de 339 jin hatine kuştin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin amarên kuştina jinan ên meha tebaxê eşkere kirin.

Di meha tebaxê de 29 jin hatine kuştin ku 21 bi guman bûne.

8 jin ji ber ku xwestiye ji hevjînên xwe cuda bibin û daxwaza zewac û evîndariya mêran qebûl nekirine hatine kuştin.

17 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 4 jin ji aliyê evîndarê ku pê re dijî, 3 jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê, 3 jin ji aliyê nasên xwe ve hatine kuştin û jinek jî ji aliyê evîndarê xwe yê berê ve hatiye kuştin.

Jinek jî nehatiye diyarkirin ku ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Li gor amaran sedema kuştina 18 jinan nehatiye diyarkirin.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin