DI LÎSTEYA SEROKÊN POPULÎST A GUARDIAN DA ERDOGAN BÛ ÇAREM

Rojnameya The Guardian, 140 serokên ji 40 welatan li gor bikaranîna gotarên populîst nirxand.

Li gor puandayîna rojnameya The Guardianê bo bikaranîna gotarên populîst, li seranserê cîhanê, serokên ku herî zêde gotarên populîst bi kar tînin; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî Serokê Berê yê Venezuelayê Hugo Chavez, ê niha Nicolas Maduro û Serokê Bolîvyayê Evo Morales, bû çarem.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku Erdogan, di heyama yekem da (2003-2007) 'ne populîst bû, di heyama duyem û sêyem d(2007-2011/ 2011-2014) hinekî populîst bû, di heyama çarem da jî 'zêde populîst' bûye.

Herwiha di raportê da tê gotin, Erdogan tekane serokê çapgir e ku ji derveyî Amerîkaya Latînî puana 'zêde populîst' wergirtîye û puankirinên wî dîyar dike ku di nav sîyaseta Tirkîyeyê de çiqas guherîye.

Herwiha li gor raportê, Tirkîye, beramberî 40 welatên din ên di lîsteyan da, ew welat e ku zêdebûna herî mezin a gotarên populîst lê hatiye çavdêrîkirin.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene