Di lehiya Bakurê Kurdistanê de hejmara miriyan gihişt 17 kesan

.

Hejmara welatiyên di lehiya parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane gihişte 17 kesan.

Li Rihayê di encama kar û xebatên tîmên lêgerînê de di jêrzemîna Navenda Piazzayê ya Rihayê termek ji bin avê hat derxistin. Bi vî awayî hejmara welatiyên ku di lehiya 15ê Adarê de canê xwe ji dest dane gihişte 17 kesan. Hat ragihandin termê hat dîtin karkerê paqijiyê yê Piazzayê Omer Zaman e.

Di lehiya roja 15ê Adarê ya parêzgehên Riha û Semsûrê de li Rihayê 15 kesan û li Semsûrê jî 2 kesan canê xwe ji dest dane û çend kes jî wenda ne.

Li gor pêşbiniyên Keşnasiya Giştî ya Tirkiyê baranbarîn li Bakurê Kurdistanê dê heta 20 Adarê berdewam be û hişyarî hatiye dayîn ku welatî tedbîrên xwe werbigrin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye