Di kabîneya nû de 3 wezaret bi Kurdan tên dayîn

Parlamentoya Iraqê li ser bawerîdana kabîneya Mistefa Kazimî ku bi pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatibû raspardin, kom dibe. Di kabîneya nû de 3 wezareta dê bi Kurdan bên dayîn.

Navenda Nûçeyan - Mistefa Kazimî kabîneya xwe berî niha pêşkêşî parlamentoya Iraqê kiribû. Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku ti sedemek ji bo paşxistina civîna parlamentoyê tune ye.

Hedad dîyar jî kir ku di parlamentoya ku ji 329 kursîyan pêk tê, 50+1 deng pêwîst in ji bo bawerîdana bi kabîneyê.

Tê çaverêkirin ku kabîneya Mistefa Kazimî ji parlamentoyê bawerîyê werbigire û tê ragihandin ku eger guhertinek nû çê nebe 3 wezaret dê bo Kurdan bin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî berî niha aşkere kiribû ku di kabîneya nû de 12 wezaret dê bi Şîe, 6 bi Sunne û 3 wezaret jî dê bi Kurdan bên dayîn. Herwiha wezaret dê bi Tirkmenan û yek jî dê bi Krîstîyanan bê dayîn.

Li gor zanyarîyên Rûdawê, Wezareta Darayî ku berî niha bi Kurdan hatibû dayîn dê vê carê bi Şîeyan bê dayîn.

Lê li gor zanyarîyan, wezaretên derve, avedankirin û dadê dê bi Kurdan bên dayîn. Her li gor zanyarîyan, Fûad Husên ku Wezîrê Darayî ye, dê bibe Wezîrê Derve, Xalid Şivanî dê bibe Wezîrê Dadê û Nazenin Mihemed Uso jî dê bibe Wezîrê Avedankirinê.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe