Di Îlonê de 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamegeran birîne

.

Li gorî rapora ‘Bedela Nûçeyan’ a Komeleya Rojnamegeran di meha Îlonê de doz li 4 rojnamegeran vebûye û lêpirsînname ji bo 6 rojnamegeran amade kirine.

Komeleya Rojnamegeran, rapora meha Îlonê ya projeya ‘Bedela Nûçeyan’ aşkere kiriye. Rojnameger Hayrî Demîr raporan amade dike.

Li gorî raporê, di meha Îlonê de li 9 bajaran di 32 dozên cida de 49 rojnameger hatine dadgehkirin. Herî zêde rojnameger li Stenbolê hatine dagdehkirin ku hejmara danişînan 14 e li vî bajarî. Piştî Stenbolê rojnameger 6 caran derketine pêşberî heyetên dadgehan.

27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamegeran birîne

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di meha Îlonê de rojnameger bi du cezayên miebeta girankirî û ji 266 sal û 4 meh û 15 rojan heta 649 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatine dadgehkirin. Her weha 80 hezar TL cezayê pereyan ji rojnamegeran re xwestine.

Di sê dozan de heyetên dadgehan biryar dane û di 29 dozan de dadgehkirin hatine taloqkirin. Di van dozan de 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamegeran birîne.

4 dozên nû vebûne

Di meha Îlonê de doz li 4 rojnamegeran vebûne û lêpirsînname ji bo 6 rojnamegeran hatine amadekirin. Her weha ji ber van lêpirsînan bang li rojnamegeran kirine da ku biçin îfadeyên xwe bidin.

Li sê rojnameyan jî bi sedema nûçeyên hatine weşandin, her yek ji wan doza 100 hezar TLyî li wan vebûne.

Di vê mehê de 4 rojnameger hatine desteserkirin û piştî îfadedayînê azad bûne. Ji ber ku cezayê li rojnamegerekî/ê hatiye birîn pesend bûye, rojnameger xistine girtîgehê. Du rojnamegerên girtî ji girtîgehê tehliye bûne.

Di dema şopandina nûçeyan de rojnameger rastî êrîşan hatine. Li gorî raporê di mehekê de herî hindik êrîş li 8 rojnamegeran bûye, gef li wan xwarine.

Bîanet

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn