Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît

Hat dîyarkirin ku di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqelîye pêk hat de gelek avahî û axuran xesar dîtine.

Navenda Nûçeyan - Di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqelîyê ya Wanê pêk hat de gelek gundan xêsar çêbû. Li gundê Selexaneyê yê navçeya Payîzavayê gelek avahîyan xesar dît. Dîsa li gundên nêzî sînorên Îranê yên navçeyên Qelqelî û Seravê jî ku di erheja berîya niha de xesar dîtibûn,  di avahî û axuran de gelek xesar pêk hatin. Derbarê mirinê de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn lê hat ragihandin ku dema erdhejê kesekî xwe ji paceya mala xwe avêtîye û pîyê wî şikîyaye û ew rakirina nexweşxaneyê. 

Walîyê Wanê Mehmet Emin Bilmez derbarê erdhejê de da zanîn ku  li hin gundan di malan de xesar heye û wan li herêmê xebatên tesbîtkirina zîyanê dan destpêkirin.

Mehmet Bilmez destnîşan kir ku ligel navenda bajêr, li gundên wê jî xebatên kontrolê didomin û wiha got: “Di kontrolên me yên li navenda Qeleqelîyê û gundên wê de dîyar bû ku li gundekî me maleke me beşek jê hilweşîyaye, ji xeynî vê zîyaneke me ye canî tuneye. Lêbelê me agahî wergirt ku li hin gundan di malan de xesar çêbûye. Tîmên me diçin wan navçeyan. Hevalên me li herêmê dest bi xebatên tesbîta xesarê kirin.”

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist