Di doza JITEMê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kiriye

.

Li Kerborana Mêrdînê 7 sivîlên ku 2 jê xwendekarên lîseyê, 3 jê zarok û çawişê pispor Bîlal Batir dema desteserkirî bûn hatibûn wendakirin. Di doza wan de 18 bersûc dihatin darizandin û hemûyan jî beraet kirine.

Îro daneşîna 26an a doza JITEMa Kerboranê li dar ketiye. 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê bi hêceta ku “delîl nebûye” derbarê 18 bersûcan de biryara beraetê daye.

Li Kerborana Mêrdînê  di navbera 29ê Çiriya Pêşiya 1995an û 8 Adara 1996an de 7 sivîlên ku 2 jê xwendekarên lîseyê, 3 jê zarok û çawişê pispor Bîlal Batir dema desteserkirî bûn hatibûn wendakirin. Di doza wan de 18 bersûc dihatin darizandin.

Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de bi giştî 18 bersûc bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê bi hêceta ku “delîl nebûye” derbarê 18 bersûcan de biryara beraetê daye.

Çi bûbû?

Piştî ku PKKê di 28ê Çiriya Pêşiya 1995an de 2 dersdêr û roja din jî kurê sercerdevanê gundê Amara revandibû û danê sibê jî cenazeyên wan hatibûn dîtin, li Kerboarên operasyona desteserkirinê destpê kiribû.

Li Kerboranê, navçeya Mêrdînê, Davût Altûnkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdûrrahman Olcay(20), Abdûrrahman Coşkûn(21) û Suleyman Seyhan (57) dema desteserkirî bûn, hatiûbûn windakirin. Di salên 2012, 2013 û 2015ê de hin dever hatibûn kolan û hestiyên hin kesên hatibûn desteserkirin derketibûn ku şopên îşkenceyên giran li wan diyar dibû.

7 sivîlên ku 2 jê xwendekarên lîseyê, 3 jê zarok û çawişê pispor Bîlal Batir dema desteserkirî bûn hatibûn wendakirin. Carekê din ti agahî ji wan nehatiye stendin.

Doza Kerboranê yek ji wan dozan e ku bi navê dozên JITEMê tên zanîn. Digel hemû daxwazên parêzeran bi navê JITEMê ti tohmet nehatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Aly Yeganeh: "Bêdengiya Sîbel" ya 6000 keç û jinên Êzîdî ye
Parêzgarê Hewlêrê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be
Amerîka: Em ji hewl û xebatên serok Barzanî yên hilbijartinê agahdarin û dibînin
Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye