Di dema qedexeya derketina derve de ceza li 35 hezar kesî birine

.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di dema qedexeya derketina derve de li 81 bajaran, ceza li 35 hezar û 544 kesî birîne.

Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 4 û 11ê Kanûna Paşiyê, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 35 hezar û 544 kesî birîne.

Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane:

“Lin ava hefteyê di navbera saet 21.00 û 05.00ê de, ji roja Înê saet ji 21.00ê heta roja Duşemê saet 05.00ê, li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 35 hezar û 544 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevnegeriyane ceza hatiye birîn.”

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku ji dema danezana cezê pê ve kesên ku dixwazin itiraza cêzê bikin dikarin di nava 15 rojan de serî li saziya peywendîdar ya li danezana cezê de hatiye nivîsandin, bide.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin