Di dema kevirbarana karwana artêşa Tirkîyê de canê xwe ji dest da

Li Rojavayê Kurdistanê, xortekî kurd di dema kevirbarana karwana serbazî ya Tirkîyê de canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan-Îro gera sêyem ya hevbeş ya hêzên Tirkîye û Rûsyayê li deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê pêk hat.

Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand, di demekê de ku îro Înê hêzên Rûsya û Tirkîyê li navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê sêyemîn gera xwe ya hevbeş encam didan, wesayita zirhî ya artêşa Tirkîyê daye ser kesekî sivîl û ew kuştîye.

Mistefa Balî li ser twîttera xwe nasnameya wî kesê ku wesayita leşkerî ya Tirkîyê daye ser û ew kuştiye aşkere kirîye û diyar kiriye, “navê wî kesî Serxwebûn e û ji gundê Til Cemal e”.

Balî dibêje, wesayita zirhî ya Tirkîyê di demekê de daye ser wî welatîyê sivîl ê Kurd û ew kuştîye, ku îro gera sêyem a hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê û di navbera rojhilatê Qamişlo û rojavayê Dêrikê de dest pê kirîye.

Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk berpirsatîya kuştina wî kesî xistîye stuyê Rûsyayê, ji ber ku ew kesê sivîl li wê devera ku jê re “navçeya aram” tê gotin, û di demekê de kui hêzên Rûsî û Tirkî bi hev re dewriyeyeke hevbeş encam didan, hatîye kuştin.

Mistefa Balî di twîtta xwe de dibêje: “Em Rûsya weke alîyê berpirsyar di ber wê kuştinê de dibînin, ku îdia dikir navçe bi gerên hevbeş û bêyî hebûna hêzên HSDê ewletir û aramtir dibin.”

Berpirsê Ragihandina di twîtteke din de jî daye xuyakirin, ku hejmarek welatîyên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê gera hevbeş a Tirkî-Rûsî protesto kirine, lê hêzên Tirkîyê yên di dewrîyeya hevbeş a li gel Rûsyayê de, bi bombeyên gaza rondikrêj êrîşî wan welatîyên sivîl kirine û di encamê de 10 kes birîndar bûne.

Çavkanî: Basnews Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist