“Di dema civîna Erdogan û Trump de Til Temir dihat topbarankirin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mazlûm Kobanî ragihand, di civîna herdu serokên Tirkîyê û Amerîka li Washingtonê de, artêşa Tirkîyê û grupên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî 3 gundên Til Temirê dikirin.

Navenda Nûçeyan- Di Tiwîteke de, Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî got, topxaneya Tirkîyê çend deverên bakurê bajarê Til Temir topbaran kir û ji ber wê êrîşê hejmarek mezin ji kesên sivîl koçber bûne, herwiha hejmarek qurbanî jî hene.

Kobanî anî ziman, ew êrîş agirbestê bi eşkere binpê dike, bi awayekî ku ji dema ragihandina agirbestê Tirkîyê 1100 kilomitirên çargoşe kontrol kirîye.

Di heman demê de balafirên keşfê yên Tirkîyê di ser bajarokê Zerganê re difirîyan.

Li gorî çavkanîyên xwecihî, balafirên şer jî li asmanê navçeya Til Temir digerîyan, lê nasnameya wan balafiran nehatîye naskirin.

Ji alîyekî din ve, ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûrîyê ragihand ku hêzên hikûmeta Tirkîyê careke din li gundê Menacîr li bakurê rojavayê Til Temir cih girtine.

Li gorî SANA, berî çend rojan, hêzên Tirkîyê ew gund bicih hiştibûn.

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'