Di civîna yekem a kabîneya Sûriyê de rêkeftina HSDê hate gotûbêjkirin

.

Serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera, seroktiya yekem civîna kabîneya demkî ya Sûriyê kir ku tê de rêkeftina ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hate gotûbêjkirin.

Serokatiya Sûriyê, îro 8ê Nîsanê ragihand ku doh Ehmed Şera ligel hikûmeta veguhêz a Sûriyê civiya û xalên sereke ji bo danîna planên awarte li Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Hate diyarkirin ku Şera tekezî li ser doseyeya dubare avakirina welat û aştiya sivîl kiriye ji bo parastina yekîtiya Sûriyê.

Herwiha hate eşkere kirin, civîn li ser bicihkirina xalên rêkeftina di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de rawestiya ji bo tevlîbûna dezgehên leşkerî û sivîl di nava saziyên hikûmetê de, herwiha li ser mijara komên çekdarên li Siwêdayê jî nirxandin hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

PWKyê li Amedê bi Minasebeta 94 salîya Kovara HAWARê semînerek lidar xist
Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê