Di civîna NATOyê de gelemşe: Nûnera Fransayê eywan terikand!

Îro li Antalyayê Civîna Hevpar a Gruba Taybet a bo Deryaya Sipî û Rojhilata Navîn û 99emîn Semînera Rose-Roth a Assambleya Parlamenteran a NATOyê hat lidarxistin.

Di civînê da, ji ber gotarên Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê Mevlud Çavuşogluyî ya li ser mijara qirkirina Ermenan gelemşe çêbû.

Piştî gotara Çavuşogluyî, parlamentera Fransayê ji partîya Macronî Sonia Krîmî kete şokê û  eywan terikand.

Parlamenter Krîmî diyar kir ku li ser gotarên Çavuşogluyî yên di derheqê qirkirina Ermenan de ketîye şokê û pirsek ji Çavuşogluyî kir û got:

"Gelo, dîrok ne ji alîyê alîyên biserketî ve tê nivîsîn? Li gor gelek welatan PKK ne terorîst e lê bo we wisa ye. Divê em vê yekê ber çavan bigirin.

Li ser vê pirsa Parlamentera Fransî, Çavuşogluyî helwesteke tund nîşan da û Ewropayê bi pozbilindîyê sûcdar kir û îdia kir ku biryara ku Macron wergirtiye li dijî hiqûqa navdewletî ye û kiryarên berê yên Fransayê bibîr xist.

Li ser vê helwesta Çavuşogluyî, herdu parlamenterên jin ên Fransayê ketin şokê û eywan terikand.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist