Di cîhê Adil Ebdulmehdî de 6 kes dibin namzed

6 rêveber û kesayetên Iraqê bo peywira serokwezîrê Iraqê dibin namzed.

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeya çapemenîya Iraqê, partî û alîyên sîyasî yên Iraqê berdewamin li civînan, bo ku kesekî destnîşan bikin bo peywira serokwezîrê Iraqê.

Heman çapemenî behs dikin, ku 6 namzed bo wergirtina wê peywirê hene û navên wan jî waha ne:

-Îbrahîm Behr Elilum, namzedê milîsên şîe yên Bedir û Tevgera Hîkme ye.

-Mîrlîwa (Ferîq Rukin) Ebdulwehab Saidî, namzedê Eyad Elawî û Usame Nuceyfî ye.

-Ednan Zerfî, namzedê Hevpeymanîya Nesir e, ku Heyder Ebadî serokatîya wê dike.

-Elî Şukrî, namzedê Berhem Salih e.

-Qusey Suhel, namzedê Hevpeymanîya Dewleta Yasa ye ku Nûrî Malikî serokatîya wê dike.

-Falih Feyaz, namzedê kutleya Eta

Adil Ebdulmehdî sala 1942ê li Bexdayê ji dayîk bûye. Meha cotmeha 2018ê wek serokwezîrê Iraqê dest bikar bû û roja 30.11.2019ê jî dest ji kar kêşa û roja piştî wê jî parlamentoya Iraqê dest ji kar kêşana wî pejirand.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye