Di bûyerê Kongrêsa Amerîkayê de 4 kes hatine kuştin

.

Polîsê Washington DC ragihand, di alozî û êrîşa ser Kongrêsa Amerîkayê 4 kesan canê xwe jidest dane û 14 polîs jî birîdar bûne.

Serokê Polîsê Washinton Robert Contee di konferansekî rojnamevanî ragihand ku 52 kes jî derbarê êrîşa alîgirên Donald Trump bo ser Kongrêsa Amerîkayê hatine girtin.

Robert Contee diyar kir ku di encama aloziyan de 4 kesan canê xwe ji dest dane û herwiha 14 polîs jî birîndar bûne.

Berî niha Polîsê Washington DC ragihandbû ku jinek bi guleyên  polîsan hatiye kuştin û lêkolîn jî berdewam e.

Li aliyekî din li Washington DC bo dema 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihand.

Duh beşek ji alîgirên Donald Trump çûn nav Kongrêsa Amerîkayê li Washingtonê û her ji ber wê sedemê di navbera polis û xwepêşanderan de alozî derketibû.

Alîgirên Trump ku ji bo protestokirina encamên hilbijartina seroktiyê, çûbûn Washington DCê û daxwaz dikirin prosesa hejmartina dengên Desteya Hilbijeran û erêkirina biryara wan a hilbijrtina Biden a wek serok, asteng bikin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê biryar derbarê destpê kirina xwandinê de

Amerîka Haberleri

FT: Îran û Rûsyayê li ser sîstema parastina asmanî bi dizî li hev kir
Eraqçî: Me bi Amerîkayê re li ser prensîbên giştî li hev kir
Piştevanîkirin li banghêjiya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî berdewam e
Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê