Di bûyera kuştina Hrant Dînkî de kêmasiyên Wezaretê hene

.

                                                                                                                          Ji bo nûçeya tirkî bitikîne

Dadgehekê ji ber kêmasiyên wê di bûyera kuştina Hrant Dînkî de hebû, milyon û 66 hezar TL ceza li Wezareta Karûbarên Navxweyî birîbû. Şûraya Dewletê ev biryar pesend kiriye.

Malbata rojnameger Hrant Dînkî, piştî kuştina wî, li dijî Wezareta Karûbarên Navxweyî doza tazmînatê vekiribûn. Malbatê  bi sedema “kêmasiyên wan çêbûne” daxwaz kiriye ku Wezaret bi milyon û 500 hezar TLyî were cezakirin.

Hrant Dînk, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê, di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007an e hatibû kuştin.

6em Dadgeha Rêvebirinê ya Stenbolê, gotibû ku ji ber hin gotarên di Rojnameya Agosê de weşiyane Hrant Dînk bûye hedef, mafê jiyana wî di nava xetereya dûr û nêzîk de ye, bêyî ku li daxwaza wî bibe, diviyabû ew bihara parastin û diyar kiribû ku di mijara parastina mafê jiyana Hrant Dînkî de kêmasiyên xizmetguzariyê yên rêveberiyê hene û ev bê şik û guman in.

Malbatê daxwaz kiribû ku Wezaret bi 466 hezar û 781 TL cezayê madî û 600 hezar TL jî bi cezayê manewî were cezakirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kiribû. Lê tazmînata derbarê tiştên zêde û faîzê de bi yekdengî red kiribû.

Şûraya Dewletê qebûl kiriye

Li gorî nûçeya Agosê ya ku xwe spartiye nûçeya rojnameya Sabahê, Wezareta Karûbarên Navxweyî, li dijî vê biryarê serî li Şûraya Dewletê dabû. 10em Beşa Şûraya Dewletê daxwaza Wezaretê nirxandiye û biryara dadgehê bi yekdengî qebûl kiriye.

Li gorî heman nûçeyê Yilmaz Akçîl, Serokê Beşê gotiye, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji xwe biryar daye ku divê 100 hezar Euro cezayê manewî li Wezaretê were birîn. Ji ber wê ger Şûraya Dewletê jî vî cezayî besend bike wê du caran ji ber heman tiştî, ceza were birîn û xwestiye daxwaza cezakirinê neyê qebûlkirin. (KÖ/FD)

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn