Di 6 mehan de 119 kolber bûne qurbanî

Di şeş mehên destpêkê yên îsal de 119 kolber, ji ber teqeyên hêzên ewlekarîyê yên Iranê û bûyerên xwezayî, bûne qurbanî.

Rêxistina taybet bi kolberan amarên kuştin û birîndarbûna kolberan di bihar û havîna îsal de belav kirin û ragihand ku ji detpêka îsal ve, li parêzgehên Urmîyê, Sine û Kirmaşanê 119  kolber bûne qurbanî.

 

Ew kolber ji ber teqeyên hêzên ewlekarîyê yên Iranê, ji ber sermayê, teqîna mayînan yan jî ketina ji çiyayan bûne qurbanî.

 

Ji 119 kolberan, 37 kolber canê xwe jidest dane û 82 kolberên din jî birîndar bûne.

 

Her li gorî amarên wê rêxistinê, ji wê hejmarê, 29 kolber bi teqeyên hêzên ewlekarîyê canê xwe jidest dane û 76 kolber birîndar bûne. 2 kolber ji ber ketina ji çiya canê xwe jidest dane û 3 jî birîndar bûne.

 

4 kolber ji ber sermaya zêde qerisîne û canê xwe jidest dane û 2 kolberan jî di bûyerên trafîkê de canê xwe jidest dane û yek jî birîndar bûye.

 

Herwiha 2 kolber ji ber teqîna mayînan birîndar bûne.

 

Di warê erdnîgarî de 85 kolber li Parêzgeha Urmîyê, 22 jî li Sine û 12  kolber li parêzgeha Kirmaşanê bûne qurbanî.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin