Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin

.

 Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu rapora binpêkirina mafan a 2020'an a têkildarî mafên mirovan aşkere kir. Li gorî raporê li girtîgehan 38 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 1855 girtî jî êşkence li wan hat kirin. 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu Rapora Binpêkirina Mafan a 2020'an aşkere kir. Tanrikulu, di raporê de anî ziman ku di 2020'an de wiha got: "300 jin hatin kuştin. 2 hezar û 427 karker bûn qurbana cînayetên kar, bi giştî di salekê de 3 hezar û 362 kes hatin kuştin."  
 
Tanrikulu, da zanîn ku di sala 2020'an de 38 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û êşkence li 1855 girtiyan hatiye kirin. Tanrikulu, da zanîn ku bi giştî êşkence li 3 hezar û 534 kesan hatiye kirin. Tanrikulu, da zanîn ku ji kesên êşkence li wan hatiye kirin 15 kes jê zarok in û wiha got: "Dîsa mafê çalakiyan hat qedexekirin. 38 çalakî hatin qedexekirin. hêzên ewlehiyê mudaxaleyî 753 çalakiyan kirin. Di çalakiyan de 2 hezar û 123 kes hatin binçavkirin û 44 kes ji wan hatin girtin. Dîsa 294 kes ji ber li dijî zagona civîn û xwepêşandanan derketine doz li wan hat vekirin. Li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heta niha hemû çalakî hatine qedexekirin û qedexeya çalakiyan 1489 rojin didome. 

 

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin