Di 2007ê de bi navê "Kurd Demokrasî Formu" ava dibe, Ferûdun Yazar dibe serokê Formê.

Di sala 1967ê de ew, Osman Aydin, Omer Çetîn, M. Alî Mizrak û Kemal Aras bi navê ROJ rêxistinekê ava dikin lê bi ser nakevin.

Siyasetmedarê kurd û Serokê Gişti yê HEP'ê awûqat Ferîdun Yazar, li Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Yazar  ev demek bû ji ber pençeşêra kezeva spî li Nexweşxaneya Guvenê ya Enqereyê dihat dermankirin di 12.06 2016êde jiyan xwe ji dest da. 
Dê cenazeyê Yazar bibin bajarê wî Rihayê û li gundê Kuçukordekê defin bikin. 

Yazar kî ye? 

Yazar di sala 1944'an de li Rihayê hat dinê, di sala 1964ê de li Stenbolê dest bi Fakulteya Hiqûqê dike.

Di sala 1967ê de ew, Osman Aydin, Omer Çetîn, M. Alî Mizrak û Kemal Aras bi navê ROJ rêxistinekê ava dikin lê bi ser nakevin.

Di sala 1971'an de ji ber doza Ocaxên Çanda Rojihilat a Şoreşgeran (DDKO) hat girtin û li Girtîgeha Amedê de ma. Di sala 1977'an de li Rihayê ji CHP'ê wekî şaredarê Rihayê hat hilbijartin. Di 12'ê Îlona sala 1980'yan de ji peywîrê hat girtin û avêtin girtîgehê. Dema 7 wekîl ji SHP'ê hatin avêtin, wî ji bi 12 kesan re dest ji serokatiya bajêr berda. Yazar piştre bû Serokê Giştiyê HEP'ê, di sala 1998'an de ji ber xala 8'emîn a Qanûna Têkoşîna Bi Terorê (TMY) re hat girtin.

Di 2007ê de bi navê "Kurd Demokrasî Formu" ava dibe, Ferûdun Yazar dibe serokê Formê.

Yazar di pêvajoya avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt. Yazar herî dawî di hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015 de li Rihayê namzetiya wekîltiya HDP'ê danî.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da