Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Pêwîstîya koçberên Rojava bi alîkarîyên lezgîn heye

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Rûdawê re ragihand, di van rojên awarte de ew ji rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê yên di nava kampên Herêma Kurdistanê de agahdar in û ew hewl didin, alîkarîyên pêwîst bigihînin wan koçberan.

Navenda Nûçeyan - Mûsa Ehmed da xuyakirin, ew dizanin ku alîkarîyên lezgîn ji koçberan re pêwîst in û ew hewl didin, alîkarîyan peyda bikin û bigihîn destê koçberan.

Mûsa Ehmed got, ew bi Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê re ketine pêwendîyê ji bo ku alîkarîyên mirovî yên pêwîst ji koçberan re peyda bikin.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha dîyar kir, ew bi navenda krîzan a Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe re jî di pêwendîyê de ne, ji bo ku alîkarîyê ji wan kesan re pêşkêş bikin ku di nava kampan de dijîn û nikarin derkevin derve.

Mûsa Ehmed herwiha koçberên di nava kampan de piştrast kir ku ew dê di demeke nêzîk de alîkarîyên weke xwarin û pêdawîstîyên din bigihînin koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampan dimînin.

Ji ber metirsîya belavûna vîrusa Koronayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 14ê Adarê ve qedexeya derketina derve ragihandîye û hemû cih û navend û sazîyên hikûmetê, cihên giştî û cihên kerta taybet jî hatine girtin.

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin