Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwaneka din ya alîkarîyan gihand Rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heftemîn karwana alîkarî gihand koçberên Rojavayê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duhî heftemîn karwana alîkarîyên mirovî gihand Rojavayê Kurdistanê.

Ew alîkarî bi ser 1100 malbatên ku li kampa Waşokanî ya bajarê Hesekê de dimînin, hat belavkirin.

Alîkarîyên han, ku ji pêdivîyên zivistanê û eşyayên tenduristîyê pêk dihat, bi hevkarîya Hevya Sor ya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi ser koçberan de hat parvekirin.

Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Ewropa, Awat Mistefa daxwaz ji sazî û dezgehên xêrxwazî û mirovî yên bîyanî kir ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û alîkarîya koçberan bikin.

Awat Mistefa her wiha got, eger ew nikarin vegerin bila alîkarîyên xwe bi rêka Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bigihînin koçberan.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist