Destûra Iraqê tê guhertin

Parlementoya Kurdistanê pêşnîyarên xwe li ser madeya 140 dide komîteya guhertina Destûra Iraqê

Navenda NûçeyanSeroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ragihand, ewê pêşnîyar û nêrînên xwe li ser venivîsîna madeya 140 ya Destûra Iraqê bidin komîteya venivîsîna Destûrê.

Parlementera kurd û seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ya parlementoya Kurdistanê, Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re got, bi qasî ku haya me jê heye piranîya madeyên Destûra Iraqê (Qanûna Esasî) dê bên guhertin û ji nû ve bên nivîsandin, ji ber wê jî em dixwazin pêşnîyar û nêrînên xwe li ser wan madeyên ku pêwendîya wan bi kurdan re hene, bidin komîteya venivîsîna Destûrê.

Ciwan Rojbeyanî her wiha got, ji bo wê jî emê hefteya bê li ser madeya 140 ya Destûrê, ku girêdayî qedera deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye, semînarekê pêk bînin û li ser wê gotûbêj bikin ku çi nêrîn û pêşnîyrekê li ser wê madeyê bidin komîteya venivîsîna Destûrê.

Parlementoya Iraqê ji ber fişara xwepêşandanên Iraqê biryar dabû Destûra wî welatî were hemwarkirin û guhertin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir