Destûr nedan pêşangeha Tahir Elçî: "Mişterî pir in"

Midûrîyeta Weqfên Herêmê ya Amedê ku girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkîyeyê destûr neda vekirina pêşangehê. Weqfê sedem wekî "Mişterî pir in" nîşan da û destûr neda pêşangehê. Pêşangeh dê roja 29'ê mehê veba, lê bersiva neyînî dan serîlêdana fermî

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya bernameya bibîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku hatibû kuştin de li Xana Hesen Paşa pêşangehek bi navê "Pêşangeha Wêneyan a Aştî û Azadîyê" li dar biketa. Lê Midûrîyeta Weqfên Herêmê ya Amedê ku girêdayî Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkîyeyê destûr neda vekirina pêşangehê. Weqfê sedem wekî "Mişterî pir in" nîşan da û destûr neda pêşangehê. Pêşangeh dê roja 29'ê mehê veba, lê bersiva neyînî dan serîlêdana fermî ya Baroya Amedê.

Weqfa Tahir Elçî û Baroya Amedê ji bo sê rojan çalakîyên bibîranîna Tahir Elçî li dar dixe. Di vê çarçoveyê 28'ê mehê çûn ser gora wî. Êvara 29'ê mehê jî fîlmê derhêner Serhat Karaaslan ê bi navê "Gorulmuştur" hat nîşandayîn. Jina Elçî Turkan Elçî, parêzerên Baroya Amedê û gelek kesên din li fîlm temaşe kirin.

30'ê mehê dê saet 10'an de panelek bi navê "Tevgera Gel a Kurd û Parêzer Tahir Elçî" li dar bikeve.

Çavkanî: Dîyarname

Kurdîstan Haberleri

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor