Destûr nedan ku lêpirsîn li polîsê bu sedema mirina Mîraçê 7 salî, were vekirin

Parêzerên malbata Mîraç Mîroglû aşkere kirin ku ew ê li dijî vê biryarê îtîraz bikin û diyar kirin ku ew ê hemû rêbazên qanûnî bikar bînin da ku edalet pêk were.

Di 3ê Îlona 2021ê de li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polîsan li Mîraç Mîroglû yê 7 salî xist û ew kuşt.

Piştre bi tohmeta ku "bi îhmalkariyê bûye sedema mirinê" doz li polîs hate vekirin lê di dema darizandinê de ji ber xeletiyên isûlê biryar hate betalkirin.

Her weha Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Îdîlê biryara beraeta wî polîsî dabû. Lêbelê, Dadgeha Edliyê ya Herêmî a Amedê biryar betal kiribû.

Piştî 2 alan Wezareta Karên Navxweyî û Qeymeqamtiya Hezexê bersiva destûra lêpirsînê da.

Qeymeqamê Hezexê Anil Adiguzel, der heqê polîs Kîraz ê ku bûbû sedemê mirina Mîraç Mîroglu, rapora komîserekî erkdar ê li Miduriyeta Hezexê esas girt û destûra lêpirsînê neda. Di biryarê de hate diyarkirin ku divê Mîraç Mîroglu dema bûyerê de ne li ser rê bûya. Di biryarê de cih da rapora Lijneya Pisporên Daîreya ÎhtisasaTrafîkê ya Edlî Tiba Stenbolê.

Herwiha di raporê de hate destnîşan kirin ku ajokarê wesayîta zirxî polîs “bêyî qisûr e, Mîraç bi qisûr e” û ev rapor bû sedemê nedana destûra lêpirsînê.

Qeymeqamtiyê di biryara xwe de bal kişand ser dîmenên kamera û lêkolînên cihê bûyerê û îda kir ku leza wesayîtê bo saetekî 30.1 km e û ev li gorî rêzikên lezê di cih de ye. Hemû dane wek hincet hatin nîşanan û polîs bi vê îdaya “zarok bi duçerxeyê ve li wesayîtê qelibiye tu alternatîfeke polîs nebû” hate parastin.

Parêzerên dozê, diyar kirin ku dê li dijî biryara îdarî îtîraz bikin û ji bo edaletê dê serî li hemû dezgehên hiqûqî bidin.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne