Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan peyamek li ser aloziyên Silêmaniyê weşand

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan: Li gorî rêkarên qanûnî, divê tometbar ji bo zindanê ne ji bo bingehên partiyan û cihên din bên veguhastin

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, şeva borî hêzeke mezin bi çekên giran ji bo girtina çend kesên daxwazkirî hat livandin û ji ber wî şerî nearamiyeke zêde li Silêmaniyê peyda bû. Amaje jî da ku, hêza bicîhanînê ji bo girtina kesên daxwazkirî polîs e, ne hêzên din.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê daxyaniyek li ser aloziyên Silêmaniyê weşand û tê de got, “Di şeva 22.8.2025ê de, ji bo girtina çend kesên daxwazkirî bi navên L. J. B., P. J. B. û R. H. X. li yek ji taxên Silêmaniyê, hêzeke zêde ya ewlehiyê bi çekên sivik û giran kom bû û çû wî cihî, ku wekî Lalezar tê nasîn û kesên daxwazkirî lê dijîn.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan di daxyaniya xwe de ew bûyer û encamên wê şermezar kirin û ragihand ku, ew bi hemî rengan şer û pevçûnan red dike û her gav piştgiriyê dide rêkarên qanûnî û zimanê diyalogê.

Desteya navbirî amaje jî da ku, biryara girtina kesên daxwazkirî hêza bicîhannînê polîs e, ne ku hêzên Dijeterorê û hêzên din, ku mixabin hêzên cuda cuda û çekên sivik û giran di wê bûyerê de hatine bikaranîn.

Wê desteyê herwesa tekez jî kir, “Li gorî rêkarên qanûnî, divê tometbar ji bo zindanê ne, ji bo bingehên partiyan û cihên din, bên veguhastin.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan tekez jî kir, “Em bi tevahî piştgirîya bicîhanîna biryarên dadgehê ji bo radestkirina her kes û daxwazkiriyekî bi rêkarên xwe yên qanûnî dikin, lewma em her rê û awayekê din ji bo girtina kesên daxwazkirî red dikin, lê mixabin tank, doşk û çekên giran hatine bikaranîn. Ev zêdetir wekî nîşandaneke leşkerî ye û dê bandoreke xirab li ser navûdengên Herêma Kurdistanê bike.”

Siyaset Haberleri

TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin