‘Destê milîsên Heşda Şeibî di kuştina hovane ya malbata Kurd de heye’

Çalakvanên mafê mirovan ên Iraqê radigihînin ku kujerên malbata Kurd a Bexdayê eşkere kirin û gotin, destê milîsên Heşda Şeibî di kuştina hovane ya malbata Kurd de heye.

Doh êvarê li Bexdayê çekdarên nenas bi ser mala hemwelatiyê Kurd ê bi navê Dara Reuf girtibûn û Dara Reûf jina wî Aliye Reşîd Necîm û keça wan Şîlan bi awayekî dirinde kuştibûn û ew serjê kiribûn.

Li gorî ragihandina medya Iraqê, ew çekdar bi dizî çûne mala wan û ew tawana dirinde pêk anîne, lê hinek çalakvanên mafê mirovan jî dibêjin, Şîlan Dara di nav tîma pizîşkên alîkarî dida xwepêşanderên Bexdayê de cî digirt.

Herwiha tê çalakavan dibêjin, destê milîsên Heşdî Şeibî di kuştina wê malbatê de heye ji ber ku herêma Mensûrî ya Bexdayê gelekî parastiye û heger hêzên emnî rênedin ti kes nikare li wê herêmê tawanên wiha bike.

Dîsa tê gotin ku wê malbata Kurd tim alîkarî dida xwepêşanderên Bexdayê û ev dibe sedem ku bûbûn hedefa Heşda Şeibî.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê