Derîyê Xabûr û Gurbulak vedibin

Wezîra Bazirganî ya Tirkîyê Ruhsar Pekcan ragihand ku herdu derîyên sînorî Îbrahîm Xelîl û Gurbulakê di hefteya peşîya me de vedibin.

Navenda Nûçeyan - Wezîra Bazirganîya Tirkîyeyê Ruhsar Pekcan ji televîzyoneke taybet a Tirkîyeyê re ragihand ku di çarçoveya rûbirûbûna koronayê de piştî meha Hezîranê çavereya asayîbûneke ciddî dikin.

Ruhsar Pekcan da zanîn ku derîyê sînorî Îbrahîm Xelîl ê ligel Herêma Kurdistanê û derîyê sînorî yê Gurbulakê ligel Rojhilatê Kurdistanê weke berê vedikin.

Derîyê sînorê yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de 1ê Adara îsal di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de li ber hatûçûna sivîlan hatibû girtin, lê ji bazirganîyê re vekiribû.

Di derîyê sînorî yê Îbirahîm Xelîl de, li jêr tedbîrên tund tevgera bazirganî di navbera Tirkîyê û Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Li gor mekanîzma tevgera bazirganî li sînorê Îbrahîm Xelîl, barhilgirên Tirkîyê li ser pira Îbrahîm Xelîl radiwestin û şofêrên Herêma Kurdistanê barê wan werdigirin.

 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin