Deriyê Pêşabûrê îro tê vekirin

.

 Biryar e îro, deriyê sînorî yê Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de piştî 40 rojan li ber tevgera bazirganiyê bê vekirin.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihand, deriyê Pêşabûrê Duşemê (24/01/2022) ve tê vekirin û hatin û çûn di rêya wî deriyê sînorî re weke berî 15ê Kanûna 2021an asayî dibe.

Mekanîzmayeke nû dê bê danîn

Hevdem kesên ku xwedî pasportên biyanî û îqameyên Herêma Kurdistanê ne ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane, dikarin vegerin.

Şewket Berbeharî ji Rûdawê re ragihand, “Hemû kesên ku di rêxistinên biyanî de kar dikin û yên ku bi berdewamî çûn û hatinê dikin, dikarin dîsan biçin Rojavaya Kurdistanê.

Ev 40 roj in girtîbû

Di derbarê çûn û hatina asayî ya xelkê de jî, Şewket Berbeharî diyar dike, hîn wan mekanizmayek ji bo çawaniya çûn û hatina asayî û geştyarî nedanîne, lê di zûtirîn dem de ew dê mekanizmayekê danin.

Ji roja 15ê Kanûna 2021an ve ji ber êrişa hejmareke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr bo ser karmendên deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Herêma Kurdistanê biryara girtina wî deriyê sînorî dabû.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe