Deriyê di navbera Başûr û Rojvayê Kurdistanê de hat girtin

Rêvebiriya Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de biryar da ku tevgera bazirganî heta piştî bêhnvedana cejna Remezanê bê rawestandin.

Navenda Nûçeyan - Rêveberê Ofîsa Pêwendiyan li Deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed, ji Rûdawê re ragihand ku dê derî îro Pêncşemê 21ê Gulana 2020an bê girtin û heta dawiya bêhnvedana cejna Remezanê, ji bo tevgera bazirganî girtî bimîne.

Rêveberê Ofîsa Pêwendiyan, herwiha diyar kir ku piştî bidawîhatina bêhnvedana cejnê, wê tevgera bazirganî careke din dest pê bike.

Rêveberiyê lê ti zanyarî derbarê wê yekê de nedan ka dê deriyê sînorî li pêş çûnûhatina xelkê bê vekirin yan na.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist