DÊRIK - Droneke Tirkiyeyê otomobîlek bombebaran kir

.

Droneke Tirkiyeyê otombêlek li ser rêya Dêrik- Girkê Legê bombe baran kir û hemû kesên tê de canê xwe ji dest da.

Li gorî medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro êvarî, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li herêma bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kir armanc.

Di encamê de kesên ku di otomobîlê de bûne canê xwe jidest da.

Heta niha hejmara kesên di wê otombêlê de bûne û nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.

Herwiha heta niha ne Rêveberiya Xweser ne jî  Asayîşê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin