Derbarê Şaredariya Enqereyê lêpirsîn hat destpêkirin

.

Derbarê 33 konserên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li dar xistine bi tohmeta zerera darayî daye dewletê lêpirsîn hat destpêkirin û destûr hat dayîn ku  derbarê 9 karmendên şaredariyê lêpirsînê wer kirin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, lêkolîn derbarê 130 konseran hatine kirin û destşr hat dayîn ku derbarê 33 konseran lêpirsîn were kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê derbarê lêpirsînê got:

“Hinek çalakiyên çand û hunerî yên ku di navbera salên 2021-2024an de hatine lidarxistin, ev demek bû ku ji aliyê mufetîşan ve dihatin lêkolînkirin.

130 konser hatin lidarxistin

Lêkolîna ku ji aliyê mufetîşan ve dihat birêvebirin û 130 konseran li xwe digire, temam bû.

Derbarê 33 konseran, bi îdiaya zerera giştî biryara destûra lêpirsînê hat dayîn."

Derbarê 97 konserên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê organize kirine destûra lêpirsînê nehat dayîn.

Şaredariya Enqereyê diyar kir ku 9 karmendên ku derbarê wan lêpirsîn hatiye destpêkirin, dê li dijî biryarê li dadgehê îtîraz bikin û got:

"Em bi girîngî diyar dikin ku ev çalakî berê di kontrolên rûtîn ên Wezareta Karên Navxwe de bi berfirehî hatine lêkolînkirin û ti encameke neyênî nehatiye dîtin.

9 karmendên şaredariyê yên ku derbarê wan biryar hatiye dayîn û derbarê wan lêkolîn hatiye destpêkirin, dê mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin û li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê îtîraz bikin.”

Çend meh berê hatibû îdiakirin ku hunermend Ebru Gundeşê di konserên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hatine lidarxistin de 69,5 milyon lireyên Tirkî, Grûba Mor ve Otesî 71 milyon lîre, Mert Demer 10 milyon lîre û Candan Erçetîn û Murda jî 80 milyon lîre pere wergirtine.

Piştî wan îdîayan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber van konseran Çiriya Paşîn a 2024an derbarê Şaredariya Enqereyê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist