Derbarê doza zewicandina keça 6 salî de Kadir Îstekli hat desteserkirin

.

 Bersûcê doza Weqfa Hiranurê Kadir Îstekli ku derbarê wî de biryara girtinê hebû roja Çarşemê 14ê Kanûna 2022ê hat desteserkirin.

Zewicandina zarokekê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karvedanan. Ew zarok niha jineke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, çûye giliyê wî kiriye. Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ve ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi murîdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye.

2emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê girêdayî vê doze derbarê Kadir Isteklî û Yusuf Ziya Gumuşel de biryara girtinê dabû.

Li gor agahiyan li ser vê biryara dadgehê roja Çarşemê 14ê Kanûna 2022ê Kadir Istekli li navçeya Pendikê ya Stenbolê bi îdîaya” destdirêjiya cinsi bo ser zarok” hat desteserkirin.

Li ser giliyê keçikê 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê, biryar dabû ku yekemîn rûniştina dozê 22ê Gulana 2023ê bê dîtin. Lê piştî nerazîbûn û bertekên civak û saziyên sivîl zêde bûn, Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê serî li dadgehê da û xwest dîroka rûniştina dozê pêş de bê anîn. Dadgehê daxwaza wezaretê qebûl kir û dîroka rûniştina dozê ji 22ê Gulana 2023ê bo 30ê Çileya 2023ê guhert.

Di yekemîn rûniştina dozê de dê bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel, dayika wê Fatıma Gumuşel û kesê pê re zewicî Kadir Îstekli bêne darizandin.

Di îdianameya dozgeriyê de ji bo Kadir Îstekli herî kêm 30 sal û ji bo dayik û bavê keçikê jî herî kêm 18 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe