Dêra keldaniyan tê rûxandin

Dêra keldanî ya li gundê Îşî ya Qilebanê ku kes guh nadê ji aliyê kesên ku li xezîneyê digerin ve tê rûxandin.

Navenda Nûçeyan - Gundê Îşî yê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê cih û warê keldaniyan e. Ev gund bi malên xwe yên kevir û ava bi şîre şîr di nav de diherike tê zanîn û hêj zindewariya xwe diparêz e. Di sala 1984'an de ji ber zextan şêniyên Keldanî ji gund koçî Ewrûpa û Iraqê bûn. Di sala 1985'an de welatiyên derdorê li gund bi cih bûn û şêniyên gund doz li hev vekirin. Li pey xelkên keldanî dêrek kevnare dimîne. Yên paşê li gund bicih dibin dêrê vediguherînin mizgeftê. Gund di salên 1990'î de ji ber şer carek din tê valakirin û gund bi tena serê xwe dimîne. Niha dêra li gund bûye armanca kesên li xezîneyê digerin û ji aliyê wan ve tê rûxandin. .   

 

DÊRÊ TARÛMAR KIRINE

 

Dêr ji aliyê kesên li xazîneyê digerin bi hev de hatiye hêrandin. Hat zanîn ku di kolandina sala 1996'an de ku li dêrê hatiye kirin hestiyek însan bi dirêjahiya 120 santîmî, pirtûka bi desta hatiye nivîsandin a 12 Hewariyan û qûmaşek pîroz derketiye. 

 

Ji wê rojê heta niha li dêrê hêj kolandin didome û ev dibe sedema rûxandinê. Gorek li ba dêrê jî hat rûxandin. 

 

KOLANDINA LI DERDORA DÊRÊ DIDOME 

 

Di heman demê de cerdevan li derdora gund diçin û tên. Şêniyek ji gund ku paşê bicih bûbûn Mehmet Nûrî Oran têkildarî gund axivî û got: "Keldanî di sala 1984'an de koçî Fransayê kirin. Me jî gund bi pereyên xwe kirî. Em di navbera salên 1985-1993'an de li gund bûn. Piştî ku di sala 1993'yan de pirsgirêk derketin me gund terk kir û em li Sêgirkê bicih bûn. Ev der dêra keldaniya bû. Îbadetên xwe dikirin. Pişt re ku em hatin me dêrê vegurand mizgeftê û îbadetê xwe pêk anî. Piştî me jî gund terk kir ew kesên li xazîneyê digeriyan dêrê kolandin. Hêj ev kesên li xazîneyê digerin derdora dêrê dikolin." 

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da