Dera- 7 leşkerên Sûriyê di teqînekê de hatin kuştin  

.

Di encama teqîna bombeyekê de, 7 leşkerên Sûriyê li parêzgeha Der’ayê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, di encama teqîna bombeyekê bi otombîleke artêşa Sûriyê de, 7 leşkerên Sûriyê li parêzgeha Derayê hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, piştî rêkeftina agirbestê û çareserkirina rewşa Derayê, duhî hêzên artêşa Sûriyê û Polîsa Leşkerî ya Rûsî derbasî nava taxa Der’aya Beled bûn.

Ji roja 24ê Hezîrana borî ve, artêşa Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li ser li hember taxa Deraya Beled a bajarê Derayê kiribû. Di encama êrîş û topbaranên artêşê de gelek welatiyên sivîl bûbûn qurbanî.

Ji roja 1ê Îlonê ve û bi navbênkariya Rûsyayê agirbestek di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên xwecihî yên Derayê de hatibû ragihandin.

Li gor xalên agirbestê, hêzên Polîsa Leşkerî ya Rûsî derbasî Derayê dibin û bi artêşa Sûriyê re xalên leşkerî datînin û çavdêriya agirbestê bikin. Herwiha dê rê bidin kesên ku bixwazin ji wê taxê derkevin.

Kurdistan Haberleri

Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da
Serok Barzanî: Serkirdetiya nû ya Sûriyeyê peyameke erênî ji me re şand
Papayê nû hat hilbijartin
Suhbeta Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî