Depozîtoya firaxên plastîk dê mecbûrî be

Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê û Wezareta Derdor û Bajarvanîyê civîyane û diyar kirine ku 2021ê depozîtoya firaxên plastîk dê mecbûrî be.

Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê û Wezareta Derdor û Bajarvanîyê civîyane û diyar kirine ku 2021ê depozîtoya firaxên plastîk dê mecborî be.

Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê û Wezareta Derdor û Bajarvanîyê civîyane û diyar kirine ku 2021ê depozîtoya firaxên plastîk dê mecborî be.

Cihgirê wezîrê derdor û bajarvanîyê Mehmet Emin Birpınarî diyar kiriye ku armanca wan ew e ku ji sedî 50ê plastîkên hatîn bi kar înan ji nû ve bê bi kar înan.

“Heke hûn ji bo firaxeka plastîk 10 kurûş depozîto bidin. Welatî dê firaxan paşê dane di makîneyan de û pereyê xwe bistînin.

“Sala 2021ê depozîto dê bibe mecbûrî. Bi vê yekê em ê gelek probleman çareser bikin.  

“Armanca me ew e ku em 40-50 milyar firaxên vexwarinê kom bikin. Armanc komkirina nîvê firaxên plastîk yên li pîyaseyê ye.

“Niho ji her 10 şûşeyên cam yek, ji her deh firaxên plastîk 3 û ji her 10 firaxên alîmînyûm 5 tê komkirin.”

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist