Dengîr Mîr Mehmet Firat koça dawî kir

Siyasetemedarê naskirî yê Kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat koça dawî kir.

Siyasetemedarê naskirî yê Kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat koça dawî kir.
Siyasetmedar Dengîr Mîr Mehmet Firat zêdetir ji 3 sala bi nexweşiya şêrpenceyê ketibû û tedawî dibû. Firat îro destê sibehê li Nexweşxaneya Bayindir a Enqerê di temenê 75 saliyê de koça dawî kir.


Mîr Mehmet Firat yek ji damezirînerê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bû û yek hevalekî nêzîk ê Recep Tayyip Erdogan bû. Herwiha bo demekê di nava AKP cîgirê serokê partiyê Recep Tayyip Erdogan bû.
Dengîr Mîr Mehmet Firat di çend salên dawiyê da dest ji AKPê kişandibû û û tevlî refên HDP bibû.
Herwiha di salên 2015- 2018an ji nava HDPê bû parlamenterê HDPê yê Mêrsînê.


Dengîr Mîr Mehmet Firat di 8ê Agustusa 1943an de li navçeya Kolik a Semsûrê ji dayik bibû û xwendina xwe ya bilind li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê bi dawî kiribû û karê parêzeriyê dikir. Firat weke kesekî niştimanî dihat naskirin û di proseya referanduma serbixwenbûna Kurdistanê da bangeşeya referanduma serxwebûnê Herêma Kurdistanê kiribû.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?