Dengên HDPê rengê hilbijartinê dîyar kirin

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî li navenda giştî ya partiya xwe civîneke rojnamevanî saz kir û encama hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nirxand û diyar kir ku hilbijartin bi awayê demokratîk hat kirin.


Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê encamên hilbijartina Stenbolê de ragihand ku helwesta partiya wan encamên hilbijartinê diyar kiriye.


Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî li navenda giştî ya partiya xwe civîneke rojnamevanî saz kir û encama hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nirxand û diyar kir ku hilbijartin bi awayê demokratîk hat kirin.


Sezaî Temellî destnîşan kir ku ji aliyê siyaseta Tirkiyê ve pêvajoyeke girîng derbas bû, divê êdî bala xwe bidin ser piştî hilbijartinê û pêvajoya pey wê.


Temellî diyar kir ku dengdêrê HDPyî di vê hilbijartinê de înîsiyatîfeke girîng hildan ser xwe û wiha pê da çû: "Ya ku encama hilbijartina Stenbolê eşkere kir helwesta HDPê ye. HDPê siyaseta xwe ya bêalî mihefeze kir û encama hilbijartina Stenbolê vegerande têkoşîna demokrasiyê û bû hêviya hevpar a hemû gelan."

Temmlî got ku hewcedariya Tirkiyeyê bi siyaseteke mizakere dike heye, dibê di demeke kin de qanûneke bingehîn a demokratîk têkeve rewacê.


Sezaî Temellî got hêviya wan ew e ku hemû partî bên ba hev û pêvajoya qanûna bingehîn a nû bidin destpêkirin û bi vî awayî aştiya civakî dê ji nû va were avakirin.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin